Pistî pesendkirina plana operasyonê Îsraîlê êrîsî Lubnanê kir
19 hezîran 2024 20:04
PeyamaKurd - Piştî pesendkirina plana Hêzên Çekdar ên Îsraîlê ya operasyonê bi ser Lubnanê de, balafirên artêşa Îsraîlê îro 19ê Hezîranê piştî nîvro li başûrê Lubnanê êrîşên asmanî pêk anîn.
Li gorî zanyariyan, balafirên şer û balafirên biçek ên bêmirov ên Îsraîlê, îro li başûrê Lubnanê hin bajarok bombebaran kirin ku agahiyên birîndarbûna hejmarek kesan têne belavkirin.
Medya Lubnanê ragihand ku balafireke bêmirov a biçek a Îsraîlê li bajarokê Wezanî yê li başûrê Lubnanê otomobîlek bombebaran kir ku ajokarê wê ji êrîşê rizgar bû.
Li aliyê din balafirên şer ên Îsraîlê bajarokê Yarûnê jî bombebaran kir û li gorî çavkaniyên herêmî hejmarek kes birîndar bûne.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Plana Îsraîlê ya pistî serê Hamasê: Herêma Tampon...
20 cot 2023
Jiyan
Medyaya Îsraîlê: Operasyonên li dijî Sûriyeyê dibe ku berfireh bibin
30 mjd 2025
Kurdistan
Pistî kêmbûna metirsiya serekî mezin ê Îran û Îsraîlê Borseyên Asyayê bêhn vedidin
22 nsn 2024
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin