Pistî Pelosi sanatora Amerîkayê Marsha Blackburn çû Taywanê
PeyamaKurd – Endama Komîta Xizmetên Çekdarî sanator Marsha Blackburn, tevî dijberiyên di navbera Taywan û Çînê de çû seredana Taywanê. Blackburn bi balafireka leşkerî çû payîtexta Taywanê Taipeiyê û tevî ku Çîn Taywanê axa xwe qebûl dike lê Taywan xwe bi xwe îdare dike, Blackburn di mijarê de Çînê bêminnet kir. Blackburn di ser hesabê xwe yê medya civakî de daxwuyaniyekî da û weha got:
“ Ji bo ji Çînê re peyamekî bişînim nû daketim Taywanê. Em ê zorbatiyê nebînin. Amerîka di asta dinyayê de parastina azadiyê dewam dike. Amerîka ti hewlên ku netewa me û hevkarên me biêşînin, wê ji wan re xweşbîniyê nîşan nede.”
Li gor nûçeyên li ser medya Taywanê; wê sibê Blackburn bi serokê Taywanê bi Tsai Ing-wen re hevdîtinekî bike. Seredana Blackburnê weka seredana sêyem ya serpereştekî Amerîka ya ji bo Taywanê hat qebûlkirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin