Pistî erdhejê cara yekeme ku Sîsî bi Esed re diaxife

08 sibat 2023 06:10
Pistî erdhejê cara yekeme ku Sîsî bi Esed re diaxife

PeyamaKurd – Serokkomarê Misrê Abdulfettah es-Sisi, di rêya telefonê de bi sedema erdheja li Sûriyê bi serokê Sûriyê bi Beşar Esed re axifî. 9 sale ku cara ewiliyê Sîsî bi Esed re diaxife. Sîsî bi sedema candayên erdheja Sûriyê sersaxiyê da Esed.

Sîsî ji bo Esed ragihand ku Misir bi sedema felaketa erdhejê amade ye ku bi xelkê bira yê Sûriyê re alîkariyê bike û ferman daye da her cûre alîkarî bidin Sûriyê.

Esed jî ji bo alîkarî û hewla Misrê ya ji bo Sûriyê minnetdariya xwe gotiye û behsa serbilindiya xwe bi her dû xelkên bira ya ku têkiliyên wan gelek dîrokîne, kiriye.