Pistî erdheja li Elezîzê car din xûla perwerdehiyê dest pê kir
PeyamaKurd - Li Elezîza bakurê Kurdistanê, piştî erdhejê îro car din xûla perwerdehiyê destpê kir û li gorî wê yekê, li 515 dibistanan 8 hezar û 895 mamoste û 126 hezar û 276 xwendekaran dest bi perwerdehiyê kir.
24ê meha Çile, li navçeya Xoxê ya ser bi Elezîzê ve bi dijwariya 6.8an erdhejek çêbûbû û piştî wê erdhejê li hemû dibistanên li 3 hefteyan betlane hatibû ragihandin.
Piştî erdhejê îro Duşmê (24.02.2020) car din xûla perwerdehiyê destpê kir. Li gorî wê yekê, li 515 dibistanan 8 hezar û 895 mamoste û 126 hezar û 276 xwendekaran car din dest bi xwendin û perwerdehiyê kir.
Hêjayî gotinê ye ku, 11 hezar û 371 xwendekarên 33 dibistanan heya dibistanek bo wan were çêkirin dê li dibistaneke din a nêzîkî malên xwe perwerdehî bibînin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin