Pistî dorpêçan Rûsya hemleyeka dolarî kir

13 tebax 2018 16:38
Pistî dorpêçan Rûsya hemleyeka dolarî kir

PeyamaKurd- Rûsya ragihand ku wê bikaranîna pereyên di derveyê dolar de zêde bikin. Ragihandin ji aliyê cîgirê serokwezîrê Rûsyayê yê aboriyê Anton Sulianov ve hat kirin. Siluanov, bo televizyona Rûsyayê axifî û got ku dê bi sedema dorpêçên Amerîkayê, bikaranîna dolarî kêm bikin. Siluanov weha got:

“ Em ê di şûna dolar de bikaranîna Euro û yuana Çînê zêde bikin.”

Siluanov got ku ew nafikirin bo şîrketên Amerîkayê yên ku li Rûsyane, dorpêçê deynin û di bazirganiya petrolê de îhtîmal heye ku perê cî bikarbînin.