Pistî Derya Marmarayê vê carê jî Ege hejiya
27 îlon 2019 21:43
PeyamaKurd – Piştî erdheja li nav Derya Marmara dorûbera navçeya Silivrî ya Stenbolê ku bi pileya 6an tirseke mezin xist nav xelkê û piştre jî bêhtirî sed erdhejên piçûk li pey xwe anî, vê carê jî Deryaya Egeyê bi pileya 4.1ê hejiya.
Çavdêrxaneya Kandîllî ya Zanîngeha Bogaziçi ya Stenbolê ragihand ku îro danê êvarê li demjimêr 16:35an erdhejeke bi pileya 4.1 rû daye û li bajarên Edirne û Çanakkale yên Tirkiyê hatiye hestkirin.
Çavdêrxaneyê da zanîn ku erdhej li Kendava Sarosê çêbûye.
Piştî vê erdheja dawî, ti zanyariyên derbarê ziyanan de nehatin belavkirin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Pistî erdhejên li Konyayê vê carê Derya Sipî bi pileya 4,5 hejiya
14 adr 2025
Jiyan
Li Derya Marmarayê erdhejeke bihêz çêbû: Stenbol û Tekîdag hejiyan
24 îln 2020
Cîhan
Pistî Sincikê Nurdagi bi 4.1 pile hejiya
10 adr 2023
Teknoloji
Pistî Kurdan vê carê jî berê êrîsên nijadperestî ket ser penaberên Sûriyê!
12 tbx 2021
Koçber

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin