Pistî civîna Hewlêrê Hevpeymaniya Rizgariya Nistiman daxuyaniyeke hevbes belav kir
PeyamaKurd – Piştî civîna îro Duşemê ya Hepeymaniya Rizgariya Niştiman ku bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî birêve çû daxuyaniyeke hevbeş hat ragihandin.
Şanda Hevpeymaniya Rizgariya Niştiman ku ji Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî, Serokê Hevpeymaniya Siyade (sunî) Xemîs Xencer û Serokê Koma Sedir (Şîe) li Parlemantoya Iraqê Hesen Ezarî pêk hatibû, li Hewlêrê ligel Serok Barzanî civiyan.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku wê Hevpeymanîya Rizgarkirina Niştîman li ser bingeha destpêşxeriya ku pêşkêş kiriye, bi guftûgoyên xwe yên bi kesên serbixwe re berdewam be.
Daxuyaniya hevbeş a Hepeymaniya Rizgariya Niştiman wiha ye:
“Hevpeymaniya Rizgarkirina Niştiman ji hêzên siyasî re vekirî ye ku baweriya wan bi hikûmeta piraniya niştimanî heye. Hevpeymaniya Rizgarkirina Niştiman li hev kir ku pêwîst e Encûmena Nûneran rola xwe di danîna yasayên ku dikevin berjewendiya welatiyan bigire û herwiha rola xwe ya çavdêriyê bi cih bîne. Di heman demê de Hevpeymanî li ser bingeha destpêşxeriya ku pêşkêş kiriye, dê bi guftûgoyên xwe yên bi kesên serbixwe re berdewam be.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin