Pistî biryara faîzê dolar li hember lîreyê tirk rekoreke din sikand
18 mijdar 2021 22:33
PeyamaKurd – Îro 18ê Mijdarê piştî ku Banka Navendî ya Tirkiyê biryara pûanekê kêmkirina faîzê da, dolarê amerîkî ku bi ser 10 lîreyên Tirk ketibû, 11 lîre jî derbas kir û rekoreke nû tomar kir.
Banka Navendî ya Tirkiyê, îro derbarê rêjeya faîzê de biryara xwe eşkere kir û ew rêje ji bo ji sedî 15 kêm kir.
Piştî ragihandina biryara Banka Navendî ya Tirkiyê dolar ji 10 lîreyan bi carekê gihîşt 11,200 lîre û nirxê pereyên tirkî di rojekê de zêdetirî ji sedî 10 kêm bû.
Herwiha euro jî bi biryara faîzê re bilind bû û nirxê yek euroyekî li beramber lîreyê tirkî gihîşt 12,76 lîreyan.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Kurdistan
Banka Navendî ya DYAyê FED, pistî 54 mehan faîzê 50 baz daxist
18 îln 2024
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin