Pistevaniya Îngilistanê ji bo Pêsmerge
PeyamaKurd – Balyozxaneya Îngilistanê li Iraqê teqezî li ser wê yekê kir ku Îngilistan wê li ser piştevaniya Hêzên Pêşmerge berdewam be.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Pêşmerge, Serfermandarê Giştî yê Hêzên Pêşmerge Tûggeneral Îsa Uzeyr bi General Graeme Wermouth ji Tabûra Leşkerî ya Balyozxaneya Îngilistanê li Iraqê û şanda pê re civiya.
Di civînê de ku behsa alîkarî û hemahengiya Brîtanya ji bo hêzên Pêşmerge hate kirin, şanda serbazî ya Balyozxaneya Îngilistanê teqezî li ser berdewamiya alîkariyên xwe bo Pêşmerge kir.
Di hevdîtinê de ku tê de behsa pêşdebirina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Îngilîstanê hate kirin, her du alî teqezî li ser bihêztirkirina pêwendiyên xwe kirin.
Şanda mêhvan herwiha piştevaniya Wezareta Pêşmerge ji bo proseya çaksaziyê dûpat kir.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin