Pîra 107 salî ji vîrusa korona rizgar bû
PeyamaKurd - Li welatê Holandayê pîreke 107 salî bi navê Cornelia Ras ku bi vîrûsa korona ketibû, ji vîrusê rizgar bû û tenduristiya wê baş bû.
Li gor nûçeya BBCyê li Bajarê Lahey ê Hollandayê pîra 107 salî Cornelia Ras ku bi nexweşiya vîrûsa korona ketibû tenduristiya wê baş bû û ji nexweşxanê hat derxistin.
Pîra 107 salî Cornelia Ras, li Bajaroka Sommelsdijkê bi Covid-19 ket û piştî demekê ku li nexwexşaneyê tedawî bû vîrûs têk bir.
Biraziyê Ras, Maaike de Groot gotiye, li herêma wan 41 kes bi vîrûsa korona ketin û 10 kes ji wan mirin, lê pîra wî ya 107 salî Ras ji vîrusê baş bûye.
Li welatê Nederlandê (Holanda) li gorî amarên 7ê Nîsanê 19,580 kes tûşî vîrusa korona bûne û ji wan 2,101 kes jî mirine.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin