Pezeskiyan pistî êrîsa Îranê ya ser Îsraîlê daxwuyanî da

02 cotmeh 2024 01:41
Pezeskiyan pistî êrîsa Îranê ya ser Îsraîlê daxwuyanî da

PeyamaKurd – Serokê Îranê Mesûd Pezeşkiyan piştî Îran bi fuzeyan êrîşê bir ser Îsraîlê daxwuyanî da û got:

“Îran li ser bingeha mafê xwe yê rewa, li hemberê êrîşkariya Îsraîlê bersivê daye. Em êrîşkar nînin lê li hemberê tehdîdan em bersivê didin. Bi Îranê re nekevin şer.”

Pezeşkiyan ragihandina xwe di ser hesabê xwe yê medya civakî Xê de da û dewam kir:

“Îran, bi êrîşa fuzeyan yên ser Îsraîlê, li ser mafên xwe yên rewa yên ji bo Îranê, aştî û ewlehiya herêmê kiriye. Me bersiva Îsraîlê da. Êrîş ji bo berjewendiyên Îranê û parastina hemwelatiyan hat dayîn.

Netenyahu dizane Îran ne li pey şere û bila bizane ku dê bersiva her tehdîdê dide. Ev, tenê perçeyekî ji hêza me mebû. Bi Îranê re nekevin şer.”