Pezeskiyan dest bi sêwirên avakirina kabîneya xwe kir

08 tîrmeh 2024 18:38
Pezeskiyan dest bi sêwirên avakirina kabîneya xwe kir

PeyamaKurd - Serokkomarê hilbijartî yê Îranê Mesûd Pezeşkiyan dest bi şêwirên avakirina hikûmeta xwe kir.

Pezeşkiyanê ku piştî Serokkomarê berê Îbrahîm Reîsî di qezayeke helîkoptêrê de mir û bi hilbijartinê postê wî wergirt, beriya ku biçe parlamenê sonda xwe ya destûrî bixwe û bi fermî dest bi kar bike dest bi danûstandinên avakirina hikûmeta xwe kir.

Encûmena Parêzgeran a Îranê ragihand ku encamên hilbijartina serokomariyê hatine pesendkirin û diyar kir ku biryarnameya serokomariyê hatiye amadekirin.

Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a IRNAyê ku spartiye berdevkekî parlamenê, merasima sondxwarina serokomarê nû, wê di 4 an 5 tebaxê de bê lidarxistin û wezîrên hikûmeta Pezeşkiyan wê di heyama 15 rojan de ji bo dengdana pêbaweriyê bêne destnîşankirin.

Berdevkê parlamenê her wiha daye zanîn ku Serokê Olî yê Îranê Alî Xamaneyî, di dema yekemîn dîdara ji bo pêşwaziya endamên kabîneya Reîsî de jê pirsa “Gelo hûn ê bi welatekî diyarkirî re têkilî daynin an na?” kiriye û Reîsî gotiye; “Na” û li ser soza xwe maye.

Berdevk diyar kiriye ku mebesta Xamaneyî ew bûye ku bi ser vê pirsê perspektîfên avakirina têkiliyên bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re hîn bibe bûye.