Peyama tanka Leopard ji Almanya: Dikare ji Ukraynayê re were sandin!

13 rêbendan 2023 17:03
Peyama tanka Leopard ji Almanya: Dikare ji Ukraynayê re were sandin!

PeyamaKurd Hat îdiakirin ku Almanyaya ku ji şerê Ukrayna-Rûsyayê piştgiriya xwe ya leşkerî ya ji bo artêşa Kîevê didomîne, dikare tankên Leopar jî bişîne.

Wezîra Parastinê ya Almanyayê Christine Lambrecht daxuyaniyek da û diyar kir, wan îhtîmala şandina tankeke Leopard ji bo Ukraynayê red nakin, lê heta niha ti biryarek nehatiye girtin.

"Biryara dayîna tankên şer nîne"

Wezîra Parastinê ya Alman Christine Lambrecht di serdana xwe ya ji bo leşkerên Alman ên li Hêza Bersivdana Bilez a NATO'yê (VJTF) ya li Marienbergê de daxuyaniyek da û got, "Divê tu kes tu îhtîmalê red neke, lê di hikûmeta federal de ti biryarek tune ku dev ji tankên şer berde."

Wezîr Lambrecht di daxuyaniya xwe de derbarê 40 wesayîtên şer ên zirxî yên Marder ên ku wê radestî Ukraynayê bên kirin, daxuyanî da. “Wesayitên şer ên zirxî yên Marder ji yên bi awayekî aktîf tên bikaranîn nayên dayîn” û destnîşan kir, tê plankirin ku heta dawiya meha Adarê ev wesayît bên teslîmkirin û ew ê perwerdeya pêwîst bidin.

“Almanya sozên xwe bi cih anî.”

Lambrecht di daxuyaniya xwe de diyar kir, bi serdana xwe ya îro re derfeta dîtina şiyan û îmkanên wesayîtên navborî bi dest xistiye û Almanya sozên xwe bi cih anîne.

"Ji envantera Marderê ya ku nayê bikaranîn ji Ukraynayê re were dayîn"

Çapemeniya Alman a li ser alîkariya leşkerî îdia kir ku nîvê wesayîtên şer ên Marder ên ji bo Ukraynayê bên şandin wê ji yên di envantera artêşê de lê bi awayekî aktîf nayên bikaranîn bên dayîn û wê ji şîrketa çekan a Rheînmetallê bên kirîn.