Peyama Japonyayê li ser xurtkirina hevalbendiya bi 'Wî welatî' re

10 mijdar 2023 16:09
Peyama Japonyayê li ser xurtkirina hevalbendiya bi 'Wî welatî' re

PeyamaKurd – Serokwezîrê Japonyayê Kishida Fumio bal kişand ser girîngiya xurtkirina hevpeymaniya dualî ya bi Amerîkayê re û dabînkirina aştî û aramiyê li Hind-Pasîfîkê.

Kishida Fumio di dema pêşwaziya xwe ya ligel Serfermandarê Amerîkayê Charles CQ Brown ku serdana paytext Tokyoyê kiribû, peywendiyên navbera Japonya û Amerîkayê û geşedanên herêmî nirxand.

Kişîda tekezî li ser giringiya bihêzkirina şiyanên berevaniyê yên Japonyayê û hevpeymaniya Japon-Amerîka û dabînkirina aştî û aramiyê li Hind-Pasîfîkê kir.

Brown diyar kir, girîngiya îttîfaqê zêde bûye û armanca wan ew e ku bi ahengkirina stratejiyên "Hind-Pasîfîkeke Azad û Vekirî" hevkariya Amerîka-Japonyayê xurt bikin.

Herdu aliyan bandora Çînê li ser rewşa herêmê, ceribandinên moşekî yên gefxwarinê yên Koreya Bakur, hevkariya leşkerî ya Çîn û Rûsyayê û veguhestina çekan a Koreya Bakur û Rûsyayê gotûbêj kirin.