'Pêwîst e Pêsmerge di demeke kurt de vegere navçeyên Kurdistanî'
PeyamaKurd - Fermandarê Pêşmerge li sînore Kerkûkê Lîwa Heme Rêgir, rojane şewitandina dexil û danê hemwelatiyên kurd li sînorê Kerkûkê, ji aliyê erebên şoven ve bibîr xist û got, pêwîst e di demeke herî kurt de Pêşmerge vegere navçeyê.
Heme Rêgir ji BasNewsê re ragihandiye: ‘’Em li wan navçeyan şareza ne û bi salan e li hember terorîstên DAIŞê me şer kiriye. Şewitandina dexil û danê hemwelatiyên vî sînorî karê erebên şoven e. Erebên navçeyê ku sunne ne alîkariya terorîstên DAIŞê dikin û ji ber wê jî tevgera DAIŞê zêde bûye.”
Fermandarê Pêşmerge got, “Ew malên ereban yên wî karî dikin ên dema rejîma Beis de hatine, mulk û malên kurdan dagir kirine ew in û piştî sala 2003yan hilweşandina rejîma Beis şûnde xelkê kurd vegeriyan ser malên xwe. Niha jî ew erebên şoven tên zulmê li malên kurdan dikin û wan dikujin, dexil û danê wan dişewitînin, ku kurdan careke din neçar bikin nevegerin cihên xwe.”
Heme Rêgir wiha pê de çû: “Piştî 16ê cotmehê nebûna hêzên Pêşmerge û ji ber valatiyê desthilata wan zêde bû. Eger hêzên Pêşmerge vegere wan navçeyan dê ji Kerkûk heta Xaneqîn û Mexmûrê parastî be û zulm li kurdan nayê kirin. Ji ber vê pêwîst e di demeke zû de Pêşmerge vegere navçeyên Kurdistanî, ji ber hêzên Iraqê nikarin parastinê bikin.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin