Pêsniyar yasaya Encûmena Parêzgehan ya Iraqê tê nûjenkirin

09 sibat 2021 16:03
Pêsniyar yasaya Encûmena Parêzgehan ya Iraqê tê nûjenkirin

PeyamaKurd – Parlamenterekî Iraqê diyar kir, wê di demeke nêz de xwendin bo pêşniyar yasaya Encûmena Parêzgehan dê bê kirin, kut ê de pêşniyar hatiye kirin hilbijartinên Parlamentoyê û Encûmena Parêzgehan bi yek rojê bê kirin.

Li gor Serokê Lijneya Herêm û Parêzgehan li Parlamentoya Iraqê Şêrwan Dûberdanî daye zanîn: ‘‘Piştî gelek civîn û guftûgoyên zêde li ser pêşniyar yasaya Encûmena Parêzgehan, di demekê nêz de xwendina yekem bo pêşniyar yasayê dê bê kirin, bi armanca nûjenkirinê. Ji ber piraniya fraksiyonan, li gel wê yekê ne ku ew yasa bê nûjenkirin. Di vê çarçoveyê de 15 madeyên yasayê de, dê guhertin bên kirin.’’

Herwiha da zanîn: ‘‘Piştî derbaskirina projeyasaya budçeyê, rasterast pêşniyara yasaya Encûmena Prêzgehan dê bikeve bernameya kar, ji bo ku zû temam bibe. Ji ber armanca lijneyê ew e berî destpêkirina rêyên proseya hİlbijartinê, ew pirse dê dawî pê bê anîn.’’

Herwiha navborî amaje bi wê yekê jî kir: ‘‘Gelek guhertin di yasayê de dê bên kirin, ku ya herî girîng encamdana her du hilbijartinên Parlamentoyê û Encûmena Parêzgehên Iraqê di yek rojê de pêkanîne. Lê pêwîstî bi razîbûna Hikûmetê wek aliyê cîhbicîhkar heye. ji ber ji aliyê teknîkî ve gelek kar jê re tê xwestin.’’