Pêsmergeyê birîndarê êrîsa PKKê Hêrîs Cewher sehîd bû

04 mijdar 2020 17:57
Pêsmergeyê birîndarê êrîsa PKKê Hêrîs Cewher sehîd bû

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku yek ji wan 3 Pêşmergeyên birîndarên êrîşa PKKê ya li nehiya Çemankê ya navçeya Amediyê ya parêzgeha Duhokê li nexweşxaneyê şehîd bû.

Hat zanîn ku navê Pêşmergeyê Şehîd bûye Hêrîş Cewher e û piştî êrîşa PKKê ya bombeyê bo nexweşxaneya Duhokê hatibû veguhestin.

Li gorî zanyariyên dawî Pêşmerge Hêrîş Cewher li nexweşxanê şehîd bûye û tedawiya herdu Pêşmergeyên din ên birîndar jî berdewam dike.

Hikûmeta Kurdistanê êrîşa PKKê ya ser hêzên Pêşmerge bi tundî şermezar kir...

PKK