Pêsmergeyan li Kerkûkê êrîseke DAISê sikandin
14 cotmeh 2021 14:38
PeyamaKurd – Êrîşa çekdarên DAIŞê li ser gundekî devera Sergeran ya Kerkûkê, ji aliyê Pêşmergeyan ve hat şikandin.
Şeva borî derdora 10 terorîstên DAIŞê, bi kincên artêşa Iraqê êrîşî gundê Lihêban yê nahiya Sergeran ya bajarokê Dûbiz yê Kerkûkê kirin.
Li gorî zanyariyan, terorîstên DAIŞê ketibûn nav gund û li dû çend karmendên şîrketa neftê digeriyan, lê gundiyan agahî li ser wan nedabûn terorîstan.
Zanyarî eşkere dikin, xelkê gund daxwaz ji hêzên Pêşmerge yên navçeya Sergeran ya PDKê kiribûn bi hewara wan de werin, Pêşmergeyan jî teqe li terorîstan kiribûn û terorîst ji wê deverê dûr xistibûn.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Êrîseke terorîstên DAISê ji aliyê Pêsmergeyên Kurdistanê hat sikandin
06 mjd 2021
Jiyan
Hewldana êrîsa bombeyî ya DAISê ya li Samê hat sikandin
11 rbn 2025
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin