Pêsmerge çû hawara hêzên Iraqî û ew ji kemîna DAISê rizgar kirin

23 tîrmeh 2020 19:01
Pêsmerge çû hawara hêzên Iraqî û ew ji kemîna DAISê rizgar kirin

PeyamaKurd – Fermandarê Lîwaya 3 ya Hêzên Pêşmerge Diler Şukir ragihandiye ku hêzên Iraqê yên ji aliyê DAIŞê ve rojek berê hatibûn dorpêçkirin û DAIŞê alaya Xîlafeta xwe li herêma wan hildabû, ji wan alîkarî xwestine û Pêşmerge bi hawara wan ve çûye û ew rizgar kirine.

Di êrîşa DAIŞê ya bi ser hêzeke Iraqî de ji bilî hildana ala DAIŞê leşkerekî iraqî hatibû kuştin û 5 jî birîndar bûbûn.

Fermandarê Pêşmerge derbarê bûyerê û hawarxwestina hêzên Iraqê de wiha gotiye:

“Doh ji demjimêr 17:00 heta 23:00, 5-6 sekvanên DAIŞê hêzeke taybet a Iraqê gulebaran kir. Kuştî û birîndarên hêzên Iraqê yên hatibûn dorpêçkirin hebûn. Fermandarê wan telefonî min kir û alîkarî xwest. Me xwe gihand hawara hêzên iraqî yên ketibûn kemînê. Spasiya xwe li me kirin. Hêzeke girêdayî artêşa mezin a Iraqê ji ber mudaxeleya me ya bi hêzeke piçûk spasiya me kir.”

Herwiha Fermandarê Pêşmerge Cumhur Rustem jî daye zanîn ku artêşa Iraqê bi 12 hezar leşker û milîsên Heşda Şeibî operasyonek li dijî DAIŞê daye destpêkirin.

Rustem dibêje, her ku li gundên ereban destûra danîna çekên giran hatiye dayîn jî tevî metirsiya DAIŞê jî bo gundên Kurdan ew destûr nehatiye dayîn.