Peskov: Pir nêzîk e xebatên destûra nû ya Sûriyê bidawî bibin
13 tebax 2019 23:52
PeyamaKurd – Berdevkê Koşka Serokatiya Rûsya Kremlînê Dimitrî Peskov, da xuyakirin ku di xebatên damezrandina komisyona destûra nû ya Sûriyê de gihîştine dawiyê û ragihand, dê di meha Îlonê de ji bo Sûriyê lutkeyek di navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê bê sazkirin.
Peskov ji medya rûsî re ragihand, xebatên bo damezrandina komisyona destûra nû ya Sûriyê gihîştine ber bidawiyê û wiha axivî:
"Pir nêzîk e xebat bidawî bibin. Tenê em gavekê dûrî pêkanîna komisyona destûrê ne. Niha nikarim derbarê hevdemiya ragihandina komisyonê û lutkeya Enqere ya tê çaverêkirin de agahiyan bidim.”
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
'Dê li nêzîk ‘Komîteya Destûra Sûriyê’ were pêkanîn'
01 brf 2018
Cîhan
Dema destpêkirina xebatên komîteya destûra Sûriyê hat eskere kirin
24 trm 2020
Cîhan
Kongreya Kurdî resnivîsek ji bo destûra Sûriyê amade kir
23 adr 2025
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin