Pêsengeha Veberhênan û Avahîsaziyê ya Hewlêrê vebû

18 îlon 2019 23:07
Pêsengeha Veberhênan û Avahîsaziyê ya Hewlêrê vebû

PeyamaKurd - Pêşengeha Navnetewî ya Veberhênan û Avahîsaziyê ya Hewlêrê îro bi beşdariya 150 kompaniyên cuda û 10 welatan vebû. Wê deriyên pêşangehê ji 18ê Îlonê heta 22yê Îlonê 4 rojan ji serdangeran re vekirîbe.

Serokê Desteya Veberhênanê yê Herêma Kurdistanê, Mihemed Şukrî di merasîma vekirina pêşengehê de ragihand, ew mijûlî guhertinên di Yasaya veberhênanê de ne, ji bo ku bêhtir bala veberhêneran bikişînen û derfetên yeksan ji veberhêneran re pêk bînin.

Mihemed Şukrî got, “Ji sala 2006an heta niha li Herêma Kurdistanê bi qasî 52 milyar dolar veberhênan di sektorên cuda de hatiye kirin.”

Sazkarê Giştî yê Pêşangehê, Herdî Selam jî diyar kir: “Ev yekemîn Pêşangeha Navdewletî ya Veberhênan û Avahîsaziyê li Herêma Kurdistanê û seranserê Iraqê ye. Armanc ji vekirina vê pêşangehê jî çêkirina derfetên bêhtir bo kompaniyên veberhênanê li Kurdistanê ye, daku bi rêjeyeke zêdetir li gel kompaniyên navxwe û yên derve veberhênanê bikin.”