Pentagonê ji Koska Spî re got, nabe lesker tevlî siyasetê bibin
PeyamaKurd - Wezareta Berevaniya Amerîka Pentagonê bi sedema ku rayedarekî ji Koşka Spî ferman dabû hêzên deryayî ku gemiya şer USS John S. McCain ji ber çavan dûr bixe dema Donald Trump serdana Japonê bike, daxuyanî da.
Berdevkê Wezîrê Berevaniyê yê bi wekalet Joe Buccino, îro Yekşemê ragihand, “Roja Înê wezîr Pat Shanahan ji serokerkanê xwe re got ku li gel Koşka Spî biaxive û dupat bike ku wezareta berevaniyê tevlî siyasetê nabe."
Shanahan li ser riya Seoulê ji peyamnêran re got ku rê nîne leşker tevlî siyasetê bin û ew van tiştan bi awakî rijd dibin û wê nivîsîngeha wî pê re serederiyê bike.
Fermana veşartina gemiya şer USS John S. McCain ji Trump, ji aliyê rojnameya Wall Street Journal ve hatibû ragihandin.
Shanahan roja Yekşemê piştrast kir ku berpirsê Koşka Spî ferman dabû gemiya şer, lê wî got ferman nehate cîbicîkirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin