Pentagon qedexeya gestyariyê heya 30yê hezîranê dirêj dike

20 nîsan 2020 09:47
Pentagon qedexeya gestyariyê heya 30yê hezîranê dirêj dike

PeyamaKurd - Yek ji berpirsên payabilind yên Wezareta Berevaniyê ya Amerîka (Pentagon) diyar kir ku qedexeya geştariyê ya artêşa Amerîkî dê heta 30yê Hezîranê bidome.

Li Amerîkayê qedexeya geştyariyê bo hundir û derveyî welêt hatibû ragihandin û dihat payîn ku di 11ê Gulanê de bi dawî bibe.

Li gor zanyariyên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li Amerîka zêdetir ji 750 Hezar kesan bi virusa koronya nifşê nû (Covid-19) ketine û wê vîrûsê heta niha 40 hezar 461 kes kuştine.