Pentagon: Em çekên ku didin HSDê her meh ji Tirkiyê re rapor dikin

19 îlon 2019 17:50
Pentagon: Em çekên ku didin HSDê her meh ji Tirkiyê re rapor dikin

PeyamaKurd – Rayedarekî ji Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku Amerîka alîkariya çekan, wesayît û cebilxaneyan bo Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) berdewam dike û her meh wan alîkariyan ji Tirkiyê re rapor dike.

Dîrektorê Koma Têkoşîna Dijî Komên Tundrew di Pentagonê de, Chris Maier li demeke ku hevdîtinên Tirkiye û Amerîkayê bo herêma ewle dewam dikin ragihand ku ew dayîna çekan û cebilxaneyan bo HSDê berdewam dikin.

Maier got ku ew di alîkariya HSDê de şefaf in û her meh lîsteya wan alîkariyên çek, cebilxane û wesayîtan bo Tirkiyê rapor dikin.

Maier, herwiha da zanîn ku li cihê herêma ewle şervanên Kurd vekişiyane û li şûna wan şervanên ereb hatine bicihkirin.