Pentagon: Dibe ku avakirina benderê 60 rojan bidome
PeyamaKurd — Berdevkê Pentagonê Sererkan Patrick Ryder di civîna çapemeniyê ya rojane de bersiv da pirsên derbarê benderê de. Ryder got ku avakirina benderê dikare 60 rojan bidome.
Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku çêkirina bendera demkî ya ku Amerîka plan dike ji bo gihandina alîkariyên mirovî bo peravên Xezzeyê ava bike, dibe ku heta 60 rojan bidome.
Ryder diyar kir ku li Xezzeyê danîna bendera demkî wê bi hevalbend û hevkarên li herêmê ra bê kirin û destnîşan kir ku ji bo avakirina benderê ji 7 tugayên veguheztinê yên li eyaleta Vîrcînyayê esker hatin wezîfedarkirin.
Ryder diyar kir ku di operasyonên gihandina alîkariyên ji bendera demkî da eskerên Amerîkayê neçin qada Xezzeyê û pirsên ku gelo Îsraîl wê ewlehiyê li qadê dabîn bike jî wiha bersivand: "Em bi hevkarên xwe yên li herêmê ra plan û koordîneyê didomînin."
Ryder da zanîn ku ji bo avakirina bendera demkî, wê zêdetirî 1000 hêzên Amerîkî hewce bikin û got, dibe ku avakirina benderê 60 rojan bidome û paşê rojane 2 mîlyon xwarin ji Xezzeyê re were dayîn.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin