Pêgeheke DAISê ji aliyê hêzên Iraqî ve hat jinavbirin
30 adar 2022 16:30
PeyamaKurd – Şaneya Ragihandinê ya Ewlekariyê ya Artêşa Iraqê bi daxuyaniyekê diyar kir, balafireke hêzên asmanî yên Iraqê li Kerkûkê pêgeheke DAIŞê ji nav bir.
Li gor şaneyê li ser Twitterê belav kir, balafireke Iraqê armanceke DAIŞê li Kerkûkê wêran kir piştî ku artêşê zanyariyên istixbaratî yên rast derbarê cihê wê de bi dest xistin.
Herwiha şaneyê destnîşan kir: “Li gorî zanyariyên berdest, ew terorîstên di vê operasyonê de hatine kuştin, di ber armanckirina hêzên ewlehiyê yên parêzgeha Kerkûkê de berpirs in.”
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat eşkerekirin: “Peyama hêzên me yên ewlehiyê ji terorîstan eşkere ye: Hûn li kû bin ji êrîşên me xelas nabin. Iraq welatê ewlekarî û aştiyê ye.”
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Hêzên iraqî endamekî DAISê girt, plana êrîsa li Tûzxurmatû têk bir
03 rbn 2025
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin