''Pêdiviya nêzîkî 400 hezar zarokên Yemenê bi alîkariya bilez heye''

13 adar 2021 19:02
''Pêdiviya nêzîkî 400 hezar zarokên Yemenê bi alîkariya bilez heye''

PeyamaKurd – Ji ber rewşa mirovî ya welatiyên Yemenê, Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, nîgeran e, herwiha daxwaza hevkariyê ji civaka navdewletî dike.

Rêveberê Programa Xurakê ya Cîhanî diyar kir, di 6 mehên pêş de, pêdiviya wan bi kêmanî bi 815 milyon dolaran heye bo peydakirina xwarinê ji xelkê birçî yê Yemenê re, lê niha tenê 300 milyon dolar li ber destê wan e.

Di van çend rojên derbasbûyî de, Rêveberê Programa Xurakê ya Cîhanî David Beasley, serdana çend cihên Yemenê kiribû. Ji wan cîhan yek jî Senaya paytexta welat bû, ku di bin kontrola Husiyan de ye.

Beasley diyar kir, bi çavê xwe dîtiye ku zarok li nexweşxaneyeke Senayê ji ber kêmbûna xwarinê can dane.

Rêveberê Cîbicîkar ê Programa Xurakê ya Cîhanî David Beasley destnîşan dike: “Her wek agahdar in, rewşa Yemenê gelekî xerab e. Krîza mirovî ya herî mezin li ser rûyê erdê ye. Nêzîka 16 milyon kes ji niştecihên wî welatî, di krîzê de ne û 5 milyon kes ji wan gihiştina keviya karesatê ji ber birçîbûnê. Lewra, eger ew pere û sotemaniya ku pêwîstiya me pê heye negihe destê me, wê demê dibe karesata herî xerab ji ber birçîbûnê bibînin.”

Rêxistina Netweyên Yekbûyî, daxwaza çareserkirina krîza Yemenê dike û amaje bi wê yekê dide ku pêdiviya nêzîka 400 hezar zarokan li wî welatî bi alîkariya bilez heye daku ji nêza û birçîbûnê bên rizgarkirin.