Pedersen: Em ji bo Sûriyê hîn pir dûrî çareseriya siyasî ne!
11 gulan 2022 00:04
PeyamaKurd - Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) bo Sûriyê Geir Pedersen li ser encam negirtina hevdîtinên Komîteya Destûra Sûriyê got ku ew hîn gelekî dûrî çareseriyeke siyasî ya krîza Sûriyê ne.
Pedersen di Konferansa 6em a Piştevaniya Sûriye û Dahatûya Herêmê ya li Brukselê de, destnîşan kir ku ew hîn pir dûrî çareseriyeke siyasî ya Sûriyê ne û got, "Hewcedariya Sûriyeyîyan niha ji berê zêdetir bi me heye.”
Nûnerê NY herwiha eşkere kir ku wê Komîteya Destûrê dawiya vê mehê car din li Cenevê bicive û hêvî xwest di vê gera 8an de piçek be jî pêşkeştinek çêbibe.
Pedersen got ku pêwîstî bi pêkanîna xebateke bêalî û bi ewle bo Sûriyê heye.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Ji Pedersen daxuyaniya pêvajoya çareseriya siyasî ya Sûriyê
15 hzr 2023
Teknoloji

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin