PDK û YNK yekdengiya Kurdî ya hilbijartinên Iraqê guftûgo dikin
PeyamaKurd - Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanîya Kurdistanê (YNK) ji bo yekdengî û yekhelwestiya alîyê Kurdistanê di hilbijartinên pêşwext yên Iraqê de dicivin.
PDK û YNK destpêka vê hefteyê jî li ser asta nivîsgehên hilbijartinê civiyabûn û biryar hatibû dayîn di dawiya hafteya bê de careke din li ser heman pirsê bicivin.
PDK û YNKê dixwazin komdengiyeke temam li ser yasaya hilbijartinê û encamdana hilbijartina pêşwext ne tenê di navbera wan du partiyan de, belkû ligel tevahiya partiyên Kurdistanî dirust bikin.
Berpirsê Dezgeha Hilbijartinê ya PDKê Xesor Goran wê derbarê de ji K24ê re ragihandiye, divê hemû aliyên Kurdistanî yên kursiyên wan li perlemana Iraqê heye, yekhelwest bin, ji ber ku metirsî li ser me hemûyan heye û hilbijartinên pêşwext di berjewendiya ti aliyekî de nîn e û bi taybet ewên kursiyên wan kêm in”.
Parlamena Iraqê destpêka hefteya bê dest bi rûniştinên xwe dike. Bernameya sereke ya destpêka rûniştinê, dengdana li ser yasaya nû ya hilbijartinan e. Lê derbaskirina vê projeyasayê ne hêsan e, ji ber ku beşeke mezin ji aliyê siyasî, ne razî ne bi vê yasayê hilbijartinên pêşwext bêne kirin.
Heta niha beşeke mezin a aliyên siyasî yên Iraqî bi partiyên Kurdistanî ve jî, ne piştrast in ku hilbijartina pêşwext di dema xwe ya diyarkirî de bê kirin yan na. Ji ber ku yasayek ji bo wê hilbijartinê nehatiye derkirin. Heta yasayek nebe, Komisyona Hilbijartinan nikare dest bi karên xwe bike.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin