PDK û YNKê danûstandin li ser rewsa herêmê û pêkanîna hikûmetê kir

17 berfanbar 2024 21:44
PDK û YNKê danûstandin li ser rewsa herêmê û pêkanîna hikûmetê kir

PeyamaKurd - Şandeke Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û şanda Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) îro 17ê Kanûnê li Hewlêrê li ser pirsên pêkanîna Kabîneya Dehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê û geşedanên nû yên li Sûriye û herêmê civiyan.

Piştî civînê, YNK û PDK’ê daxuyaniyeke hevpar da û ragihand, “Rewşa herêmê û guhertinên rû dane hatin gotûbêjkirin, ku bandorê li ser li Iraq û Herêma Kurdistanê dikin.”

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Her du alî li ser yekrêzî û yekhelwestiya ji bo parastina berjewendiyên bilind ên Herêma Kurdistanê di vê qonaxa hestiyar de, hevnêrîn in.”

Herwiha hate diyarkirin, di civînê de behsa pêngavên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û pêngavên pêwîst ên ji bo serxistina proseyê hate kirin.

Hate gotin, “Her du alî li ser wê yekê jî hevdeng bûn ku di zûtirîn demê de kar li ser amadekirina bernameyeke hevbeş bikin, ji bo wan prensîpên ku rêveberiya Kurdistanê di qonaxa bê de li ser birêve biçe, bi awayekî ku pêgeh, aramiya Kurdistanê, maf û berjewendiyên welatiyan û hemû pêkhateyan tê de parastî bin.”

Herwiha biryar hat dayîn ku komîteyeke hevbeş li ser amadekirina reşnivîsa bernameya civîna bê kar bike.