PDK-Sê, ji bo Efrînê banga alîkariyê kir
PeyamaKurd- Di erdheja ku bi lerza 7,7 û 7,6 ya li Mereşê pêk hat û bandora xwe li rojava jî kir de Rêxistina Efrînê ya girêdayî Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Suriyeyê (PDK-S) banga alîkariyê ji rêxistinên mirovî yên navneteweyî û herêmî kir.
Di agahiyên hatin ragihandin de hat diyarkirin ku ji ber erdhejê li gelek navçe, bajarok û gundên Efrînê yên Rojava, avahî û xanî hilweşiyane û heta niha bi sedan kesan jiyanên xwe ji dest dane û gelek kes jî di bin kavilan de li benda rizgarkirinê ne.
Di daxuyaniya ku ji aliyê rayedarên Rêxistina Efrînê ya girêdayî Partiya Demokrat a Kurdistanê Suriyeyê ve hat dayîn de banga alîkariyê ji rêxistinên mirovî yên navdewletî û herêmî hat kirin.
Bi rêya daxuyaniyê hat ragihandin ku gelek kes di bin xirbeyan de mane, hat gotin ku li herêma Efrînê û bi taybetî li bajarokê Cindirêsê, karesateke mirovî rû daye.
Her wiha bi vê daxuyaniyê re bang li endam û alîgirên PDK-S jî hat kirin ku ji bo mexdûrên erdhejê seferber bibin.
Li aliyê din ve jî Rêxistina Berevaniya Sivîl a Sûriyeyê ragihand ku di erdhejê de tenê li bajarokê Cindirêsê yê ser bi herêma Efrînê de zêdetirî 300 kesan canên xwe ji dest dane.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin