PDK: “Divê serokomariya Iraqê ji Kurdan re be!”
30 tebax 2018 18:20
PeyamaKurd- Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed got ku divê serokomariya Iraqê ji Kurdan re be. Em ji vê, nayên xwarê.
Meclîsa Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di bin serokatiya Mesûd Barzanî de civînek pêk anî. Di civînê de li ser hevdîtinên bi partiyên siyasî re û hevdîtinên ji bo avakirina hukûmeta Iraqê û hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê hate sekinîn.
Piştî civînê Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed daxuyanî da û wiha axivî: “Divê serokomariya Iraqê ji Kurdan re be, divê gelê Kurd vê biryarê bide. Em ji vê, nayên xwarê. Çawa ku divê serokwezîr ji şiîyan be, divê Serokomar jî ji Kurdan be. Ev mafê me ye.”
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Teknoloji

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin