“PDK dê bi Pesmerge û Alaya Rengîn vegere Kerkûkê”

22 tebax 2018 23:43
“PDK dê bi Pesmerge û Alaya Rengîn vegere Kerkûkê”

PeyamaKurd - Endamê Rêveberiya PDKê Ednan Kerkûkî ragihand, ku PDK bi serbilindî û Alaya Kurdistanê ve dê vegere bajarê Kerkûkê û xizmeta hemwelatiyên bajar bike. Ew partiyên ku niha li Kerkûkê ne nikarin piştgiriyê li hemwelatiyên Kurd ên li bajêr bikin.

Hat ragihandin ku Berdevkê Encûmena Rêveberiya PDKê li Kerkûk – Germiyanê Ednan Kerkûkî diyar kir: ‘’PDK bi awayê niha ve naçe nav bajarê Kerkûkê, ji ber ku niha ew bajar hatiye dagir kirin û tu desthilateke di destê Kurd de tune ye. Ji ber vê bi awayê niha ve em qebûl nakin biçin nav bajarê Kerkûkê. Ji ber vê dema em biçin Kerkûkê bi awayek bihêz emê rijdbin li ser mafên hemwelatiyên bajêr.’’

Herwaha destnîşan kir, ku ew partiyên niha li Kerkûkê ne desthilateke wan heye û ne jî dikarin piştgiriya xelkê bajêr bikin. Herwiha roj bi roj erkên hikûmetê yên li wî bajarî yên Kurd ji erk tên dûrkirin. Lê ew aliyên ku li bajêrin nikarin yek gotinekê bikin. Ji ber wê PDK dê bi Ala Kurdistanê û bi serbilindiyê ve biçe nav bajarê Kerkûkê, bo jiyana hemwelatiyên Kurd biparêze. Ji ber wê niha em naçin nav desthilateke xwe sepandî ya ne rewa, bê guman dema ku em biçin wî bajarî hêza Pêşmerge dê pêgeheke wî ya bihêz hebe û Heşdî Şebî dê li Kerkûkê nebe.’’

Ednan Kerkûkî axaftina xwe wiha dewam kir: ‘’Xelkê bajarê Kerkûkê ji jiyana xwe piştrast nînin û hemû daxwaza vegera hêza Pêşmerge dikin. Ji ber vê hêza Pêşmergeyên Kurdistanê, dê bi awayek bihêz vegere Kerkûkê.’’