PDK: Bazariyên dizî yên li ser Kerkûkê nayên qebûlkirin
Berdevkê PDKê Mahmûd Mihemed ragihand ku rewşa niha ya Kerkûkê berdewamiya sefeqata Hotêla Reşîdê ye, ew wek PDK li dijî wan sefeqatan bûne.
RûpelNews -
Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed der barê krîza îdarî ya Kerkûkê de daxuyaniyekê belav kir.
Mehmûd Mihemed sedema bûyerên îro li Kerkukê rû didin bi civîna Hotêla Reşîd girê dide û li ser helwesta PDK wiha got: "Helwesta partiya me ron û eşkere ye û em li dijî wan sefeqatan bûn, ku li derveyî niyeta baş li Hotêla Reşîdê û bêyî tevlîbûna aliyên siyasî yên ku nûnertiya xelkê xweragir ê Kerkûkê dikir li ser wî bajarê xweşevî hatin sepandin. Ev rewşa niha jî encam û berdewamiya wan sefeqatan e!"
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin: "Partiya Demokrat a Kurdistanê ji bo Kerkûkê wekî nîştiman û ji bo xelkê wê yê ezîz gelek qurbanî dane û hemî helwest û bizavên PDKê ji bo serbilindî û bextewariya wan bûne."
Di daxuyaniyê de bal tê kişandin ser girîngiya piştgiriya PDK bo mafê pêkhateyên Iraqê û Herêma Kurdistanê û wiha hat gotin: "Em wek PDK bi eşkereyî dibêjin pêşketina welatê me bi dabînkirina mafên rewa yên tevahiya pêkhateyên neteweyî, olî û mezhebî ve girêdayî ye. Baweriya me jî ew e ku Kerkûk navenda pêkvejiyana tevahiya pêkhateyên xwe ye."
Berdevkê PDKê tekez kir ku ew dê ligel wan biryar û raspardeyan bin ên ku bi hevpariya hemî aliyên siyasî û nûnerên pêkhateyan bên dan.
