PDK bang li aliyên siyasî kir: Tevlî hilbijartinan bibin

15 tebax 2021 01:51
PDK bang li aliyên siyasî kir: Tevlî hilbijartinan bibin

PeyamaKurd – Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li ser hilbijartinên Iraqê yên ku di 10 ê cotmehê de bên kirin bang li aliyên siyasî kir û got tevlî hilbijartinan bibin. Berdevkê PDK ê Mehmûd Muhammed ragihand ku dibe hilbijartinên di 10 ê cotmehê de, bo çareseriya pirsgirêkên Iraqê rêyekî veke û xwest aliyên siyasî bikevin hilbijartinan.

Berdevk Muhammed bi îmza xwe ragihandinê kir û got tevlîbûna hilbijartinan, li hemberê hemwelatiyan nîşana berpirsiyariyê ye û aliyên ku hilbijartinan boykot dikin bila careka dinê biryara xwe di ber çav de derbas bikin.

Di beyanê de hat gotin ku bo xizmetê ji hemwelatiyan re bibin girînge ku tevlî hilbijartinan bibin û weha got:

“Aliyên dixwazin pêvajoya Iraqê hêj baştir bibe, tevlîbûna wan ya hilbijartinan wezîfeye û di çareseriya pirsgirêkan de, dê bibin destek.

Em weka Partiya Demokrat a Kurdistanê bangê li rêzdar serpereştên Tevgera Sadr û 26 terefên siyasî dikin, ku beyan kirine dê nekevin hilbijartinan, bo fêda hemwelatiyên Iraqê tevlî hilbijartinan bibin. Eger tevlî hilbijartinan bibin, wê xizmeta bêhtir bo hemwelatiyan bikin û pêvajoya siyasî ya desthilata Iraqê bêhtir baş bibe.”