Payebilindên ewlehiyê yên Rûsya û Îsraîlê aloziya Rojhelata Navîn gotûbêj kirin
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku serkirdeyên payebilind ên ewlehiyê yên Rûsya û Îsraîlê, di derbarê aloziya li Rojhelata Navîn ya di navbera rejîma Îranê û Îsraîlê de danûstandinên ramanî pêk anîne.
Ajansa Interfax a Rûsî ragihand ku Sekreterê Encumena Ewlehiya Niştimanî ya Rûsyayê Nikolay Patrushev bi Serokê Encûmena Asayişa Niştimanî ya Îsraîlê Tzachi Hanegbi re li ser zêdebûna aloziyên li Rojhilata Navîn gotûbêj kiriye.
Li gorî nûçeya Reutersê, Sekreterê Encumena Ewlehiyê ya Rûsyayê Patrushev di pêwenndiya bi têlefonê de diyar kiriye ku divê hemû alî ji bo alozî kêm bibe, helwesteke erênî nîşan bidin.
Di daxuyaniya ku duh ji aliyê Kremlînê ve hate dayîn de hate diyarkirin ku ji ber zêdebûna aloziya li Rojhilata Navîn a piştî hêrişa Îranê ya li dijî Îsraîlê Rûsya bi fikar e.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin