Patlementerên PE yê ji Erdogan re name sandin: Zorê nedin ser HDP û CHP ê

14 îlon 2019 02:12
Patlementerên PE yê ji Erdogan re name sandin: Zorê nedin ser HDP û CHP ê

PeyamaKurd- 46 parlementerên Parlementoya Ewrûpayê nameyekî bo serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan şandin. Di namê de gotin:

“Dev ji zordariya ser temsîlkarên HDP ê û CHP ê berdin.”

Di namê de îmza 46 parlementeran heye û tê de ji Erdoğan xwestine ku dev ji zordana ser temsîlkarên HDP ê û CHP ê berde û rêz ji encamên hilbijartinên cîh re bigre. Di namê de weha hatiye gotin:

Rêzdar serokkomar Erdoğan,

Di 19 ê tebaxê de şaredarên Diyarbekirê (Adnan Selçuk Mızraklı), Mêrdîn (Ahmet Türk) û Wan (Bedia Özgökçe Ertan) ku ji aliyê xelkê de hatine hilbijartin, ji wezîfeya wan hatine girtin û di şûna wan de parêzgerên ku ji aliyê hukumetê de hatine tayînkirin, hatin danîn. Şaredarên hilbijartî bi tewana propagandeya terorê û fînansekirina terorê tên tewanbarkirin. Van tewanan rast nînin. Rêvebirên Tirkiyê, di van tewanan de ti delîl pêşkêş nekirin.

Ev jî nîşan dide ku hukumeta navendî naxwaze qebûl bike ku ciyên HDP di wan de biserketine, encamên hilbijartinan qebûl bike, xuya dike ku bo neqebûlkirina encaman van tewanan dike. Ji xwe di dema kampanya hilbijartinan de nîşan hebûn ku serokkomar Erdoğan dê encamên serkeftina HDP ê qebûl neke.

Em weka parlementerên Parlementoya Ewrûpayê dixwazin bejin ku di van pêşdeçûnên dawiyê de, endîşeyên xeter hîsdikin. Hilbijartinên azad û serbixwe bingehên demokrasiya nûjen in. Niha bi sedemên ne diyar encamên hilbijartinên 3 bajaran nayên naskirin. Hem bi awayeka fermî namzetiyên Ahmet Türk, Adnan Selçuk Mızraklı û Bedîa Özgökçe Ertan hatin qebûlkirin û bi dengên zêde hatin hilbijartin.

Di rabirdûyê de gelek şaredarên HDP yî ji wezîfê hatin girtin, hatin zîndanîkirin û sirgûnkirin. Zulma ku li ser hevserokê giştî yê HDPê ya li ser Selahattin Demirtaş û Figen Yüksekdağ û endamên muxalif bo demokrasiyê tehdîd e.

Cezayê bo belavkirinên twitterê yên Canan Kaftancıoğlu ku bi sedema wan 10 sal ceza danê, nayê qebûlkirin.

Hun birêz serokkomar, we got dê hinek kesên din yên bijartî jî dê ji wezîfeyên wan bên sitendin. Ev tehdîd aşkera bo şaredarê mezin yê Îstenbolê Ekrem İmamoğlu û bo yên weka wî ne. CHP li gelek bajarên rojava şaredariyan qezenckirin. Em weka parlementerên Parlementoya Ewrûpayê ji grûb û fikrên cuda weka temsîlkar, di mafên mirovan de, bi hemkarên xwe yên li Tirkiyê re hevkarî dikin û bi wan re ne.

Em li we bangê dikin ku hukumeta Tirkiyê zora ser endamên HDP û CHPê biqedînin, encamên hilbijartinên cîh qebûl bikin û ji nû de pêleka zorê bo ser wan nedin destpêkirin.

Bi rêzên xwe

Demirel Özlem Alev (GUE/NGL), Abed Rego Sira (GUE/NGL), Anderson Martina (GUE/NGL), Arvanitis Konstantinos (GUE/NGL), Aubry Manon (GUE/NGL), Barrena Pernando (GUE/NGL), Benifei Brando (S&D), Björk Malin (GUE/NGL), Bompard Manuel (GUE/NGL), Burkhardt Delara (S&D),Buschmann Martin (GUE/NGL), Cavazzini Anna (Greens/EFA), Chaibi Leila (GUE/NGL),Carthy Matt (GUE/NGL), Daly Clare (GUE/NGL), Ernst Cornelia (GUE/NGL), Ferreira Joao (GUE/NGL), Georgoulis Alexis (GUE/NGL), Georgiou Giorgos (GUE/NGL), Glucksmann Raphaèl (S&D), Guetta Bernard (RENEW), Guillaume Sylvie (S&D), Incir Evin (S&D), Kizilyürek Niyazi (GUE/NGL),Kouloglou Stelios (GUE/NGL), Marquardt Erik (Greens/EFA), Matias Marisa (GUE/NGL), Mavrides Costas (S&D), Michels Martina (GUE/NGL), Omarjee Younous (GUE/NGL), Papadakis Demetris (S&D), Papadimoulis Dimitrios (GUE/NGL), Pereira Sandra (GUE/NGL), Pineda Marin Manuel (GUE/NGL), Piri Kati (S&D), Reintke Terry (Greens/EFA), Ritchie Sheila (RENEW), Schirdewan Martin (GUE/NGL), Scholz Helmut (GUE/NGL), Sojdrova Michaela (EPP), Strik Tineke (Greens/EFA), Urban Crespo Miguel (GUE/NGL), Van Sparrantak Kim (Greens/EFA), Villanueva Ruiz Idoia (GUE/NGL), Villumsen Nikolaj (GUE/NGL), Vollath Bettina (S&D), Wallace Mick (GUE/NGL), Ward Julie (S&D),