Pasdarên Îranê kolberên Kurd birîndar kirin

18 adar 2021 13:00
Pasdarên Îranê kolberên Kurd birîndar kirin

PeyamaKurd –  Pasdarên Îranê, li devera Bane ya Rojhilatê Kurdistanê, du kolberên Kurd birîndar kirin.

Li gor malpera mafên mirova ya Hengawê diyar kiriye, pêr li zozanên sînorî yên Hengejale, li nêzîkî bajarokê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê, pasdarên Îranê komek kolber dan ber guleyan.

Agahî destnîşan dikin, di encama wê êrîşê de, 2 kolberên şêniyên bajarokê Bane, birîndar bûn.

Navê yek ji wan kolberan, Selam Malte û navê yê din jî Bêstûn Mihemedpûr bûye.