Pasdarên Îranê kolberekî Kurd birîndar kirin
PeyamaKurd – Kolberekî Kurd li bajarê Merîwan yê Rojhilatê Kurdistanê, di êrîşa pasdarên Îranê de birîndar bû.
Li gor malpera mafê mirovan ya Hengaw ragihand, do êvarî li devera Merrane ya bajarê Merîwanê, pasdarên Îranê gule bera kolberekî 17 salî yê Kurd bi navê Armîn Ehmedî dan.
Herwiha hat ragihandin, ew kolberê Kurd ji sînga xwe ve birîndar bûye û niha li nexweşxaneya Merîwanê tê dermankirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin