Pasdarên Îranê 3 kolberên Kurd dan ber guleyan
05 sibat 2021 17:00
PeyamaKurd – Pasdarên Îranê, li devera Bane ya Rojhilatê Kurdistanê 3 kolberên Kurd birîndar kirin.
Li gor malpera mafên mirova ya Hengawê diyar kiriye, do li zozanên Nenor yên bajarokê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê, pasdarên Îranê komek kolberên Kurd dan ber guleyan.
Herwiha agahî didin zanîn, di wê êrîşê de kolberek bi navê Reûf Darîne, bi giranî birîndar bû.
Pêr jî li devera Hengejal ya Bane, di encama êrîşa pasdarên Îranê de, du kolber birîndar bûn.
Navê yek ji wan kolberan Ebûbekir Nadirî û navê yê din jî Kameran Ehmedî bûye.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Pasdarên Îranê 7 kolberên Kurd birîndar kirin
14 rbn 2024
Jiyan
Rojhilat | Pasdarên Îranê kolberekî Kurd kust, yek jî birîndar kir
24 trm 2022
Jiyan
Berdevkê Pasdarên Îranê gefa êrîsên dubare li Herêma Kurdistanê xwar!
18 adr 2022
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin