Partiyên Kurdistana Rojhilat dixwazin doza Dr. Qasimlo ji nûh de destpêbike
PeyamaKurd – Navenda Hevkariyê ya ku ji aliyê partiyên Kurdistana Rojhilat de hatiye avakirin daxwaz kirin ku doza Dr. Abdurahman Qasemlo an ku dosya wî ji nûh de vebe. Dr. Abdurahman Qasemlo di 13 ê temmûza sala 1989 an de, di wexta bi hukumeta Îranê re li Viyanayê muzakereyan bo otonomiya Kurdisytanê dikir, ji aliyê Îraniyan de hatibû qetilkirin.
32 sal di ser şehîdkirina Qasemlo de derbas bû û bi wê munasebetê navend balê kişand ser dosya serokê PDK a Îranê şehîd Dr. Qasemlo. Navend li ser serokkomarê niha yê Îranê jî weha got:
“Hilbijartina serokkomarê nûh nîşan dide ku dê heman siyaset dewam bike.”
Di beyana Nevendê de hat ragihandin ku di serî de doza Qasemlo û temamê muxalifên Îranê yên ji aliyê Îranê de hatine kuştin dosyayên wan ji nûh de vebin û bo babetê bang li welatên Awrûpayê kirin.
Navend balê kişand ser hilbijartina muhafazakarê serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û got ku dê tewrê Îranê li hemberê muxalifan bi heman şêweya berê dewam bike û Reîsî bo vêya îşarete. Hat ragihandin ku Dr. Qasemlo bo muzakereyan dawet kirine ser masê û wî li Viyanayê qetil kirine.
Di ragihandina navendê de rexnê li hukumeta Awûstûryayê jî kirin û weha gotin:
“Hukumeta Awûstûryayê alîkariya Îranê kir da doz bê encam bimîne û agahî û belgeyan veşartin.”
Dr. Abdurahman Qasemlo li bajarê Ormiyê di sala 1930 an de hatiye dinyayê, xwendina xwe ya bilind li Îstenbolê, Prag û Parîsê kiriye. Di sala 1970 an de ket rêvebiriya PDK-Î nê û bû sekreterê partiyê.
Pirtûkên wî yên bi navên ‘Kurd û Kurdistan’ û ‘40 sal di rêya Azadiyê de’ hene û bo çend zimanan hatine wergerandin. Gelek nivîs û gotarên wî hene. 7 an 8 zimanan baş dizanibû.
Di 20 têmmûza sala 1989 an de cenazê wî li Parîsê li Goristana Şehîdên Şoreşê yên Pere Lachaise sipartin xakê.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin