Partiyeke Tirk doza girtina HUDAPARê vedike

14 adar 2023 22:35
Partiyeke Tirk doza girtina HUDAPARê vedike

PeyamaKurd - Partiya Zafer a Umit Ozdagê neteweperestê Tirk ê ji MHPê cuda bûye seroktiya wê dike, ji bo girtina Partiya Doza Azad (HUDAPAR) dozê li Serdozgeriya Komarî vedike.

Berdevka Partiya Zaferê Sevdagul Tuncer, îro 14ê Adarê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew dê ji bo doza girtinê ya derbarê HUDAPARê de serî li Serdozgeriya Komarî bidin.

Tuncer li ser medyaya civakî daye xuyakirin: “Wek partiya Zaferê, ne duh, ne îro û ne jî sibe em destê xwe nadin terorê û ligel wan narûnin li ser heman maseyê. Em dê ji bo tomarkirina doza girtinê ya derbarê HUDAPARê de serî li Serdozgeriya Komarê bidin.”

Hêjayî gotinê ye, partiya Zafer li ser bingeha nijadperestî û dijayetiya koçberan siyasetê dike û ji kesên ji MHPê cuda bûne pêk tê.

HUDAPAR jî partiyeke îslamî ya Bakurê Kurdistanê ye, biryar daye beşdarî nav Tifaqa Cumhur a AK Partî-MHPê bibe û di hilbijartinan de jî piştevaniya Erdogan bike.

Serokê HUDAPARê Zekeriya Yapicioglu di bernameyeke televîzyonê de gotibû, ew rêxistinên PKK û Hîzbullahê wek rêxistinên terorî nabîne û ev gotinên wî di medya Tirk de bûne mijara nîqaşan.