Parlementerê PDKê Hîkmet Mihemed: Yek ji cîgirên serokê herêmê hîn zelal nebûye!

22 tîrmeh 2019 16:21
Parlementerê PDKê Hîkmet Mihemed: Yek ji cîgirên serokê herêmê hîn zelal nebûye!

PeyamaKurd - Parlamenterekî fraksiyona PDKê amaje bi wê yekê dike ku, bendewariya diyarkirina navê namzedê cîgirê serokê herêma Kurdistanê heye, ku fermana fermî ya herêmî bo navan derkeve.

Endamê fraksiyona PDKê li parlamentoya Kurdistanê Hîkmet Mihemed ji ragehand: ‘’Yek ji partiyekî hîn navê namzedê xwe zelal nekiriye bo cîgirê serokê herêmê û partiyeke din jî maye ku navê namzedê xwe pêşkeş bike bo cîgirê serokê herêmê, ango du cîgirin û du partiyên cuda ne, lê ji ber zelal nebûna namzedê yek ji partiyan, carê fermana serokatiyê derneketiye.’’

Li gor rêkeftinên PDKê pêkaniye bo hikûmetê, YNK û Tevgera Goran erkê cîgirê serokê herêma Kurdistanê dê wergirin, lê wî parlamenterê PDKê aşkera nekir ka kîjan aliyekî xwe hîn zelal nekiriye.

Parlamenterê PDKê got, li gel zelal kirina navên her du cîgirên serokê herêma Kurdistanê dê ‘’Fermana dest bi karbûna wan her du cîgiran derbikeve.’’