Parlementerê DEM Partiyê: Em çaverêne ku di Gulanê de gavên yasayî bên avêtin
Parlementerê DEM Partiyê yê Amedê Mehmet Kamaç got ku, tê çaverêkirin ku Parlementoya Tirkiyeyê ji bo çareserkirina pirsa kurd di meha Gulanê de gavên yasayî bavêje.
RûpelNews - Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Mehmet Kamaç ragihand ku meha Gulanê ya li pêşiya me, dê di pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyê de bibe werçerxaneke dîrokî û çarenûssaz. Kamaç destnîşan kir ku tê payîn parlamen gavên yasayî û berçav biavêje da ku zemîn ji bo vegera kadroyên PKKê bo nava xebata siyasî û sivîl were amadekirin.
“Divê hikûmet gavên berbiçav biavêje”
Li gorî nûçeya K24ê, Kamaç got: "Piştî biryara partiyê (PKK) ya danîna çekan, êdî li ser hikûmetê ferz e ku zemîna yasayî ji bo vegera kadroyan bo nava jiyana siyasî amade bike, dawî li pratîkên neyasayî yên wekî sîstema qeyûman bîne û tecrîda li ser Abdullah Ocalan rake."
Bêbawerî û daxwazên azadiyê
Parlamenter Kamaç bal kişand ser wê yekê ku hêdîbûna di avêtina gavên pratîk de bûye sedema "bêbaweriyê" û daxwaz kir ku ji bo azadkirina kesayetên siyasî yên girtî dest bi rêkarên yasayî were kirin. Kamaç, her wiha eşkere kir ku şandeyeke pilebilind a DEM Partiyê dê li Enqereyê dest bi rêzehevdîtinan bike da ku pêvajoya yasayî lez bibe û piştgiriya qanûnî ji bo çespandina demokrasiyê were dabînkirin.
Paşxaneya pêvajoyê
Nîşanên "pêvajoya nû ya aştiyê" di Cotmeha sala 2024an de bi destpêşxeriya serokê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî dest pê kiribû; dema ku wî bang li Ocalan kiribû ku bangawaziya hilweşandina rêxistina xwe bike. Ev pêvajo di seretaya sala 2025an de bi ragihandina agirbestê û piştre bi biryara "danîna çekan" kete qonaxeke nû.
