Parlemanterekî Iraqê: Li Kerkûkê 710 malbatên DAISê hene

01 hezîran 2019 16:01
Parlemanterekî Iraqê: Li Kerkûkê 710 malbatên DAISê hene

PeyamaKurd - Parlemantarekî Iraqê ragihand ku, 710 malbatên DAIŞê li Kerkûkê hene û daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir, malbatên ku ji bajarên din ên Iraqê ne, wegerînin bajarên xwe.

Parlemanter Rêbwar Taha medya Kurdistanê re ragihand, 710 malbatên DAIŞê li Kerkûkê hene, ji wan 260 malbat xelkê Kerkûkê ne û 450 malbat jî xelkê bajarên din ên Iraqê ne.

‘DIVÊ HIKÛMETA IRAQÊ MALBATÊN DAIŞÊ YÊN JI BAJARÊN DIN IN, VEGERÎNIN BAJARÊN WAN’

Herwaha got, di civînekê de wan ji parêzgar û hêzên ewlehiyê yên Kerkûkê re gotin, divê hikûmeta Iraqê malbatên DAIŞê yên ji bajarên din in, vegerînin bajarên wan. Ewên ji xelkê Kerkûkê ne jî di kampan de bêne bicihkirin û di bin çavdêriya hêzên ewlehiyê de bin.

‘BERÎ TEQÎNÊN KERKÛKÊ ZANYARÎ LI CEM DEZGEHA ÎSTİXBARATÊ HEBÛN LÊ NEKARÎN RÊGIRIYÊ LÊ BIKIN, JI BER KU EW NE XELKÊ BAJÊR IN Û NE ŞAREZA NE’

Rêbwar Taha ragihand, hêzên ku niha li Kerkûk ne xerîb in û ne şarezayî rewşa bajêr in, vê yekê jî hîştiye valahiyeke ewlehiyê çêbibe. Wek nimûne, berî teqînên Kerkûkê zanyarî li cem dezgeha îstixbaratê hebûn û wan bi xwe di civînê de nivîs pêşan dan ku zanyariyên wan derbarê wan teqînan de hebûn, lê nekarîn rêgiriyê lê bikin, ji ber ku ew ne xelkê bajêr in û ne şareza ne.

Amaje bi wê jî kir ku, heger armanca Hikûmeta Iraqê parastina rewşa Kerkûkê ye, divê hemahengiyê bi Pêşmerge re bike, ji bo rewşa Kerkûkê biparêze.

Êvara 30î Gulanê 7 teqînan li Kerkûkê rû dabûn û 2 bombe jî hatibûn pûçkirin, di encamê de hejmarek kes bûbûn qurbanî.