Parlamentoya Kurdistanê pistî Newrozê dicive

09 adar 2020 16:14
Parlamentoya Kurdistanê pistî Newrozê dicive

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Endamê Parlamentoya Kurdistanê di çarçoveya rêkarên xweparastin û belavbûna vîrusa korona de, heta piştî cejna Newrozê parlamento kom nabe.

Li gorî çavkaniyên parlamenê, hemû civînên parlamentoyê heta piştî cejna Newrozê hatine ragirtin û ev jî bi biryara desteya serokatiya parlamentoyê pêk hatiye.

Hat ragihandin ku rawestana civînên parlamentoyê heta piştî cejna Newrozê ye ku ew biryar ji ber tevdîrên xweparastina ji belavbûna vîrusa korona hatiye wergirtin.