Parlamentoya Kurdistanê pistgiriyê dide rêkeftina bi Iraqê re
PeyamaKurd – Parlamentoya Kurdistanê, piştgiriyê dide rêkeftina şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya bi Hikûmeta Federal a Iraqê encam daye û ji aliyê Lijneya Darayî ya Parlamentoya Iraqê ve hatiye pesendkirin. Li gor zanyariyan, piştî vegera şanda Herêma Kurdistanê, naveroka rêkeftinê wê pêşkêşî Parlamentoyê were kirin.
Li Parlamentoya Kurdistanê, di demekê de ye çaverêya birgeya 11 ya projeyasayê tê kirin, ji bo ku li gor rêkeftinê li Parlamentoya Iraqê dengdan li ser were kirin.
Endamê Lijneya Darayî yê li Parlamentoya Kurdistanê Behcet Elî destnîşan dike; Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû karên xwe kiriye, da ku li gor yasa û destûrê bigîhin rêkeftinê û weke Parlamentoya Kurdistanê jî, piştgiriya rêkeftinê dikin.
Herwiha Endamê Fraksiyona Tevgera Goranê yê li Parlamentoya Kurdistanê Hawkar Rizgar Mihemed, vê rêkeftinê girîng û baş bi nav dike.
Di hemû rêkeftinên navbera Hewlêr û Bexdayê de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi awayekî zelal naveroka rêkeftinê pêşkêşî Parlamentoya Kurdistanê kiriye. Tê çaverêkirin ku piştî pesendkirina projeyasaya budceyê, şanda danûstankar hûrgiliyên rêkeftinê bîne ber Parlamentoya Kurdistanê, Parlamento jî piştgiriya wê rêkeftinê dike, ku şanda Herêma Kurdistanê di projeyasaya budceya 2021ê ya Iraqê de bi cih kiriye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin