Parlamentoya Iraqê ji bo hilbijartina serokomar dicive: Rêkeftina PDK û YNKê nîne!
PeyamaKurd - Ji bo rûniştina dengdana hilbijartina posta serokomarê Iraqê, Parlamentoya Iraqê 13ê Cotmeha 2022yan destnîşan kir.
Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî îro Sêşemê ragihand ku roja Pêncşemê (13.10.2022) rûniştina parlamentoyê birêve diçe û w Serokomar bê hilbijartin.
Piştî diyarbûna roja hilbijartina serokomar, Seroka Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê Viyan Sebrî jî ragihand ku hemû partiyên yekem ên ku di hilbijartinan de bi ser ketine, namzedên xwe ji bo postên bilind destnîşan kirine.
Viyan Sebrî ji K24ê re gotiye: “Em naxwazin senaryoya sala 2018an careke din çêbibe, ji ber ku ewên serokomar destnîşan kirine ne Kurdistanî bûn.”
Sebrî da xuyakirin: “Me li gel YNKê ti rêkeftin derbarê namzedê serokomariyê nekiriye. Eger bi piraniyê be, PDK wek yekem partiya li Herêma Kurdistanê ye.”
Hêjayî gotinê ye, posta serokomariya Iraqê ya Kurdan e û PDKê ji bo posta serokomariyê wekî namzed Rêber Ehmed destnîşan kiribû û YNKê jî serokomarê niha Berhem Salih wek namzed diyar kiribû.
Herwiha ji bo postê Serokwezîrê Iraqê jî tê gotin ku ji bilî Tevgera Sedir, hin aliyên di Çarçoveya Hevahengiyê de jî li ser namzediya Mihemed Şiya Sûdanî ya serokwezîriyê li hev nakin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin