Parlamentoya Iraqê îro yekem car li ser komkujiya Kurdên Êzidî dicive

24 cotmeh 2020 16:32
Parlamentoya Iraqê îro yekem car li ser komkujiya Kurdên Êzidî dicive

PeyamaKurd - Parlamentoya Iraqê îro yekem car li ser komkujiya Kurdên Êzidî dicive. Di civînê de, wê projeyasaya jenosîda Êzidiyan û çend mijarên din bên gotûbêjkirin.

Li gor bernameya karên desteya Serokatiya Parlamentoya Iraqê, îro di saet 12:00an de civîna Parlamentoya Iraqê destpê dike û civîn ji 14 mijaran pêk tê û çend projeyasa dê werin gotûbêjkirin.

Di mijara 13em a civîna îro de, Parlamentoya Iraqê komkujiya ku DAIŞê bi ser Kurdên Êzidî de kiriye, dê gotûbêj bike.