Parlamentoya Ewropayê rapora herî tund a pasketina demokrasiya Tirkiyê pesend kir
08 hezîran 2022 00:02
PeyamaKurd – Parlamentoya Ewropayê rapora 2021ê ya ku dibêje, Tirkiye bi qest standardên demokratîk pêk nayîne, di civîna li Strasbourgê de pesend kir.
Li gorî nûçeya Euronewsê, ji bo rapora paşketina demokrasiyê li Tirkiyê, 622 parlamenteran dengên xwe bikar anîn ku ji wan 448 kesan dengê ‘belê’, 67an dengê ‘nexêr’ û 107 parlamenteran jî dengê ‘bêlayan’ dan.
Rapora ku hatiye pesendkirin rapora herî tund a dijî Tirkiyê ye ku li ser paşketina qestî ya standardên demokrasiyê rexne li Tirkiyê tê girtin.
Rapora navborî ji aliyê Raportora Parlamentoya Ewropa ya bo Tirkiyê Nacho Sanchez Amor ve hatiye amadekirin û bi piraniya dengan jî hat pejirandin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Kurdistan
Rapora Banka Cîhanî: Welatên herî feqîr ên cîhanê deyndar in
14 cot 2024
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin